HERKOLUBUS AN JÎ GERSTÊRKA SOR
Pirtûkek bo mirovahiyê
Pirtûka belaş

Tiştê ku ez di vê pirtûkê de piştrast dikim kehanetek e ku dê di demeke kurt de were cih, ji ber ku ez piştrast im ku dawiya gerstêrkê dê were; ez pê dizanim. Ez natirsînim lê hişyariyê didim, ji ber ku ez ji bo vê Mirovahiya reben endîşedar im. Qewimîna van bûyeran dê pir dirêj neajo û dema ku bi tiştên xelitîner were windakirin tune ye. – V.M. Rabolu

Li her goşeyê cîhanê em dikarin kevneşop û kehanetên derbarê axrê zeman de bibînin ku hemû dişibin hev.

Piraniya van pêşbîniyan me hişyar dikin li hemberî felaketên mezin ên li Dinyayê yên wekî şemitîna cemseran, di encama vê de helîna tebeqeyên qeşayê û windabûna parçeyên mezin ên erdê ji ber sedema erdhej û tsunamiyên bihêz ên ku nêzîk dibin.

Xaleke hevpar a kehanetên bêhejmar heye: Ew bi taybetî behsa gerstêrkeke dêwasa ya ku bi awayî periyodîkî nêzîkî me dibe dikin. Ev gerstêrk berî niha jî hatibû sîstema me ya rojê ji bo serbestberdana felaketên ku şaristaniyên li Lamuryayê û Atlantîsê ji holê rakirin. Niha jî dê were da ku dawiyê li şaristaniya me ya heyî bîne û bi vî awayî serdemeke nû bide destpêkirin.

Ew di gelek kevneşop, kehanet û pirtûkên pîroz de di bin navên cihêreng de tê naskirin: Baal, Gerstêrka Sar, Gerstêrka Sor, Wormwood, Ajenjo, Herkolubus, Barnard I û bi gelek navên din tê behskirin. Gerstêrkeke wiha dikare bi teleskopan xuyanî bibe û mezinahiya wê bi qasî şeş qatan li Jupîterê ye.

Di hatin û çûyîna jiyanê de her tişt vedigere destpêka xwe an jî dawiya xwe. Bi vî rengî, di rastîhevhatina me ya berê de, Herkolubusê dawî li şaristaniya Atlantîsê anî. Ev rastî bi rêya hemû “Tofanên Gerdûnî” yên ol û çandên cuda li gorî qeydeya xwe hatine vegotin.

‘Dema ku Herkolubus nêzîkê Dinyayê bibe û bi Rojê re were heman tangê, şewbên giran ên kujende dê li seranserê gerstêrkê belav bibin. Ne bijîşk û ne jî zanista fermî dê bizanin ka ew çi cure nexweşî ne an çawa wan derman bikin. Ew dê li hemberî şewban bêhêz bimînin.’

‘Kêliya trajedî û tariyê dê were: lerz, erdhej û pêlên medcezîrê. Mirov dê ji aliyê zêhnî ve bêparseng bibin, ji ber ku ew dê nikaribin xwarinê bixwin û razên. Li hemberî metirsiyê, ew dê xwe bi girseyî ji kendalan biavêjin xwarê û hiş û aqil biavêjin.’

V.M. Rabolu

V.M Rabolu, lêkolînerê mezin ê Kolombiyayê yê ezoterîzmê, dengê xwe bilind kir ku mirovahiyê derbarê vê gefê de hişyar bike. Di rastiyê de, ew diyar dike ku ev yek dikare dawiyê li şaristanî û çanda me bîne. Di pirtûka xwe de, ew rêbaza jiholêrakirina qisûrên me yên psîkolojîk û teknîkên rêwîtiya astral wekî tekane formûlên berdest fêrî me dike ji bo rizgarbûna ji felaketa nêzîk dibe.

V.M. Rabolu di dawiya xebata xwe de wiha dibêje:

‘Xwînerê/a delal: Ez pir zelal dipeyivim da ku hûn hewcedariya destpêkirina xebatê ya bi awayekî cidî fêm bikin. Kî bixebite dê ji xetereyê rizgar bibe. Ev ne ji bo wê yekê ye ku hûn teoriyan saz bikin an nîqaşan bi rê ve bibin, lê ji bo tecrûbekirina we ya doktrîna rasteqîn e ku ez di vê pirtûkê de didim. Em nikarin serî li tiştekî din bidin.’

KOMELEYA ALCYONEÊ

Ev saziya ne xwedî armanca qezencê, di belavkirin û berbelavkirina berhema bi navê ‘Herkolubus an jî Gerstêrka Sor’ de wekî navbeynkar-hevkar hatiye wezîfedarkirin.

Nivîskar: Joaquín Amórtegui Valbuena (V.M. Rabolú)
Weşanger: Ángel Prats

Komeleya Alcyoneê li Sicîla Komeleyên Neteweyî yên di bin banê Wezareta Karûbarên Navxweyî de, koma 1, beşa 1, bi hejmara neteweyî ya 588698 qeydkirî ye û navenda wê bajarokê Burgos, PO Box 4, 09080 Burgos (Spanya) e.

DERBARÊ NIVÎSKAR DE

V.M. Rabolu (1926 – 2000)
V.M. Rabolu (1926 – 2000)

V.M. Rabolu (1926 – 2000) li Tolimayê (Kolombiya) ji dayik bû. Di sala 1952yan de wî Zanîna rastîn dît û di nav salên dirêj ên pratîka ezoterîk de wî behreyên awarte bi pêş xistin ku di dawiyê de, vê yekê ew veguherand rêberekî ruhanî yê li çaraliyê cîhanê pir binavûdeng.

Tevî haydarbûna ji siberoja li benda me ye, wî xwe terxan kir ku formûlan fêrî mirovahiyê bike da ku ew vejîn û nûyandinên xwe yên ruhî pêk bînin. Bi vî awayî, ji salên 70yî û vir ve û her tim, bi awayekî fedakarî û xwebexşî, bi rêya konferans, kurs û kongreyên li ser asta navneteweyî, ji bo fêrkirina gel a derbarê zanîna rastîn a bi şêweyekî aşkera de, bê westan dest bi peywirê kir.

Di sala 1998an de pirtûka “Herkolubus an jî Gerstêrka Sor” nivîsî. Li ser bingeha ezmûnên xwe yên rasterast û hişmend, V.M. Rabolu bûyerên tirsnak ên ku dê di demeke kurt de li gerstêrka me biqewimin pênase dike û riya ku mirov dikare bişopîne da ku veguherîneke kûr pêk bîne vedibêje. Di roja îroyîn de, derbirînên ku di berhema wî de cih digirin, têne qebûlkirin ji hêla hejmareke mezin a xwînerên ku ji doktrînên wî sûd wergirtine li zêdetirî 80 welatan.

‘Ez ne bangêrê tirsê me; ez bes mirovek im ku derbarê tiştê dê were û dê biqewime de we hişyar dikim.’

V.M. Rabolu

V.M. Rabolu yek ji wan mirovên kêmpeyda yên xwedî Hişmendiya Hişyarbûyî bû. Doktrînên wî pir giring in di van deman de ku materyalîzm û mehrûmiya nirxan bûne nîşaneyên diyar ên civakeke ku her diçe winda dibe.

Mantra

Di vê beşê de, hûn dikarin li V.M. Rabolu guhdarî bikin ku mantrayan ji bo rêwîtiya astral bi lêv dike da ku hûn fêrî bilêvkirina rast bibin.

FA RA ON

LA RA S

HEVKARIYÊ BI KOMELEYA ALCYONEÊ RE BIKIN

Komeleya Alcyoneê rêxistineke bi awayekî qanûnî avabûyî ye. Wekî saziyeke ne xwedî armanceke qezencê, hemû çalakiyên wê bi fedakarî têne pêkanîn bêyî bidestxistina qezenceke madî.

Komeleya Alcyoneê wekî navbeynkar-hevkar tevdigere ji bo Birêz Angel Prats, weşangerê pirtûka ‘Herkolubus an jî Gerstêrka Sor’; lewra tekane armanca wê belavkirin û berbelavkirina vê pirtûkê ya di qada navneteweyî de ye. Ji ber vê sedemê, çalakiya bingehîn a Komeleya Alcioneê bes ev e ku kopiyên belaş ên vê berhemê û peyama wê ya gerdûnî bişîne her devera cîhanê da ku bêyî cudakariyê li hemû kesên eleqedar werin belavkirin.

Heya niha, kampanyaya belavkirinê kir ku bi sed hezaran xwîner kopiyeke belaş a pirtûka ‘Herkolubus an jî Gerstêrka Sor’ bi dest bixin. Niha û roj bi roj hejmara daxwazkirinê her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê serkeftina mezin, me ji xwe re kiriye armanc ku em vê kampanyaya belavkirinê bidomînin.

Ji ber hejmara zêde ya sparîşan, em niha li gorî rewşa stoka pirtûkê bi forma çapkirî an elektronîkî dişînin.

Ji kerema xwe bi daxistina vîdeoya jêrîn û bi şandina wê ya bi e-postayê ji heval û hogirên xwe re di belavkirina vî karî de bibin alîkar.

Heke hûn bixwazin bi Komeleya me re têkiliyê daynin an hûn bixwazin derbarê belavkirina pirtûk û peyama V.M. Rabolu de bi weşangerê pirtûkê re hevkariyê bikin an jî heke hûn bixwazin bi me re têkilî û hevkariyeke bihêztir bidomînin, hûn dikarin yek ji van adresên jêrîn re binivîsin:

Bi e-postayê: [email protected]

Bi postaya normal:
Alcyone Association
P.O. Box 4, 09080 Burgos (Spain)

PIRTÛKA XWE YA BELAŞ BIXWAZIN

Li gelek zimanan hatiye wergerandin.
Ji bo daxwazkirinê ji vê adresê re binivîsin: [email protected]
an vê forma jêrîn bi kar bînin:

Forma sparîşê

Daneyên ku bi stêrkê (*) hatine nîşankirin ji bo birêvebirina daxwaza we hewce ne. Ev agahî bi tenê û bi taybetî ji bo pêkanîna sparîşa pirtûkê têne berhevkirin û bikaranîn.

Ji bo ku hûn karibin pirtûkê bi dest bixin, pêwîst e hûn e-postayeke durist binivîsin.

Ji bo birêvebirina sparîşa we, vê qutiyê bixwînin û nîşan bikin.

Bi tikandina bişkoja BIŞÎNINê, hûn destûrê didin ku dane li gorî şert û armancên di Polîtîkaya Nependîtiyê de hatine diyarkirin werin bikaranîn.

Alcyone Association